ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedir ê inqilabê: Cîhana îslamê gere ku wisa ji nezera zanistî bi hêz bibe ku Amerîka êdî fermanê nede wan

Rêberê giranqedir ê inqilaba îslamî ya Îranê: Gere ku bizava zanistî li cîhanê zêdetir bibe û ometa îslamî gere ku bigehêje îqtedara zanistî û medeniyetî yaxwe ta ku dijminên îslamê û amerîkî qet nekaribin fermanê bidin serokên welatên îslamî ku çi karekê bikin û çi karekê nekin.

Hezretê ayetulah Uzma Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba îslamî ya Îranê vê sibê li hevdîtina tev pişkdarên kongera navnetewî ya “ Rola şîe li peydabûn û berfirehbûna zanista îslamî“ hewcetiya herî girînge cîhana îslamê li roja îro “Wehdet û hevgirtin“ û herwisa “Bizava micid  bona pêşketina zanistî li hemû zanistan“ daye zanîn û destnîşan kir:Roja îro hişyarî li cîhana îslamî destpê bûye û herçend rojava dixebite ta ku vê hişyariyê înkar bike lê ev hişyariya bûye sebeba viya ku gelek ji xelkê azadîxwaz ber bi dînê îslamê werin û eva hêviya pêşerojekî baştir e.

Hezretê ayetulah Xaminêyî hegera sereke ku bûye sebeb cîhana îslamê bideve bin desthilata welatên din paşdamayîna ji nezera zanistî daye zanîn û destnîşan kir: Cîhana Rojava piştî qurnên qurn ku ji nezera zanistî paşda mabû, karî ji pêşketina zanistî ya cîhana îslamê bigehêje derhat û qudreta zanistî, eskerî û siyasî û teblîqata xwe zêdetir kir û serê axirê bi siyasetên xwe yên koloniyalîst rewşa welatên îslamî gihande hal û weza niha.

Rêberê giranqedir ê inqilaba îslamî ya Îranê bal kişande ser gotinên zore qudretên rojava bi welatên îslamî û guhdayîna van welatên îslamî bi zorbêjiya van zorbêjên navnetewî û destnîşan kir: Ev rewşa gere ku ji ber pêşketina zanistî ya welatên îslamî jinav here û bê guhartin û cîhana îslamî dikare carek din bigehêje bilindiya medeniyeta beşerî.

Rêberê giranqedir ê inqilaba îslamî ya Îranê ji pêşketina Komara îslamî ya Îranê li babeta zanistî wekî mînakekî serketî nav bir û destnîşan kir: Em vê riyê hetanê gihêştina bi sînorên zanist û îmlî dê bidomîne û Îran terseyî rojava amadeye desthatên xwe yên zanistî bide ber destê welatên dine îslamî.

Başa dön tuşu