ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Divê pisporên navnetewî yên bêalî ji bo isbatkirina bikaranîna çekên kîmyewî li Sûrîyê bên bijartinê

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Ji bo isbatkirina bikaranîna çekên kîmyewî li Sûrîyê, divê pisporên navnetewî yên bêalî bên bijartin û bikaranînê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku ji bo pişkdarîya li civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê çûye Moskowê, li koma nûçegihanan got: Muzakirên demajoya Astanê wek tenha demajoya ku berovajî insîyatîfên din ku li piratîkê tu encamek bi dest nexistine, karîye li Sûrîyê serê xwe bigire.

Zerîf herwiha got: Piştî alûgurên vê dawîyê li Sûrîyê, nemaze êrişa Amerîka, Fransa û Ingilîsê ser Sûrîyê ku rewş gellekî aloz kirîye û zemîneya bidestxistina rêçareya sîyasî bi van kiryarên leşkerî kêm bûye, pêwîst bû ku wezîrên karên derve yên welatên garantorê demajoya Astanê, careka din bicivin û rawêjkarîyê bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Îran, Tirkîye û Rûsîye dê li dijî her kiryara ku yekperçetîya axê û serwerîya netewî ya Sûrîyê binpê bike, derkevin û mafê tu welatî nîne ku biryarê li bara Sûrîyê bide û bertekê nîşan bide.

Wezîrê karên derve yê Îranê ji bo pişkdarîya li civîna sêalî ya digel wezîrên karên derve yên Rûsîye û Tirkîyê ya têkildarî alûgurên herî dawîyê yên Sûrîyê îro giheşte Moskowê.

Başa dön tuşu