Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî a Îranê got: Dotina Erebistanê ji aliyê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê va bêyî rawestan didome.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê çarşemiyê şevê li bara şerta mayîna eskerên emerîkî li Sûriyê di twîtera xwe de nivîsî: serokkomarê Emerîkayê daxwaza çar milyar dular ên din ji alîgirên aborî yên DAIŞ`ê daxwaz kiriye ku mayîna hêzên emerîkî li Sûriyê bidome.
Wezîrê karên derev yê Îranê diyar kir: Ev kar bi armanca berûvajîkirina destkewt û serkeftinên li hember zêdegavên terorîst û lawazkirina yekitiya neteweyî ya Sûriyê cih tê.
Dopnald Trump ku vê dawiyê hez dike eskerên emerîkî ji Sûriyê derxîne, roja sêşemiyê, şerta cihneanîna vî karî dabînkirina xercên hêzên emerîkî li Sûriyê ji aliyê Erebistanê va da aznîn.
Di heman demê de koşka Sipî raghand: Erkdariya eskerî ya Emerîkayê jibo jinavbirina DAIŞê destxwe li halê kutabûnê ye û DAIŞ tam li Sûriyê ji nav çûye.
Rayedarekî pilebilind ên Emerîkayê jî ku navê wê nehatiye ragihandin , raghand: Donald Trump li civîna Konseya Ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê ku roja sêşemiyê hat lidarxistin mayîna hêzên emerîkî li Sûriyê bo mideheke kêm qebûl kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)