ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Eger Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî nebûba, DAIŞ dê heta ewropayê biçûya

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê rola Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî di warê girtina pêşiya DAIŞê jibo gihîştina bo dergehên Ewropayê girîng da zanîn.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Çarşemiyê bi şev bi weşandina Vîdyoya gotûbêja mêdyayî ya Donald Trump û Hîlarî Kilînton di heyama rikeberiyên Hilbijartina Serokomartiyê ya sala 2016an a Amerîkayê li twîtterê, nivîsî: Donald Trump li vê vîdyoyê got ku Îran li halê jinavbirina DAIŞê li Sûriyê ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Eger Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî li kêleka gelê mêrxas ê Iraq û Sûriyê şer nedikir, DAIŞê wê du paytextên erebî bigirtana û dê artêşeke têrorîst bişanda dergehên Ewropayê.

Başa dön tuşu