ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Emerîka nikare Rêketinama Atomî lawaz bike

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro bal kişand  ser vê yekê ku  Rêketinama Atomî hevhatina herî baş bû û got: Muzakire amûrek bona hevfehmkirin û hevsengiyê ye ku bikaribe berjewendiyan biparêze û îro rojê  Rêketinama Atomî ewqas ser qezanca gelê Îranê bûye ku Emerîka bi rezîlî jê veqetiyaye.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Rêketina  Rêketinama Atomî pir xurt e wisa ku hemî cîhan dizane û her tim berjewendiyên Îranê diparêzin.

Zerîf got:  Rêketinama Atomî li gor bawera xelkê cîhanê serketina dîplomasiya  Îranê û tevî hemî bêsozî û quldiriyên  Emerîkayê bûye milaka  işkesta vî welatî li cîhanê.

Zerîf bal kişand ser reftarên  vê dawiyê yên Emerîkayê û got: Emerîka neçar bû ji îdiaya  xwe bona  sifirkirina  firotina  nifta Îranê vekişe.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îro rojek e ku nirxa dular dadikeve. Emerîkî bi zêderewî li bikaranîna dular pêvajoyek destpê kirin ku serê axir dê ser zirara wan be.

Başa dön tuşu