ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Emerîka şirîkê sereke yê Erebistanê li pêkanîna karesata însanî li Yemenê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li rûpela xwe ya di Twîtterê de mudaxila Emerîkayê li şerê Yemenê şermezar kir û asta desthebûna Emerîkayê li karesata herî mezin a însanî ya cîhanê li Yemenê ecêb û bawerpênekirî da zanîn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, di twîtta pêncşemê şevê ya Muhemed Cewad Zerîf hatiye: Emerîka bi dabînkirina  çek û sîlehan, raberkirina berûlayên  armancan û gîhandina ardûyê bi balefirên cengê yên siûdî li şerê Yemenê, şirîkê sereke yê cinayetên  Alê Siûd li karesata herî mezin  a însanî ya cîhanê li Yemenê ye.

Wezîrê karên derev yê Îranê li vê twîtê got ku Emerîka niha bi darêştina plan û bernaman û rênimûniya şerê Yemenê,  li dû dabînkirina  berjewendiyên  xwe û gurrkirina pirsgirêkan li Rojhilata Navîn e.

Erebistan tev hin welatên  ereb ji wan Îmarat ji sê salan berî niha ve bi mehna vegerandina  Ebd Rebbê Mensûr hadî, serokkomarê îstifakirî yê Yemenê, dest bi destdirêjiya eskerî û dorpêçkirina  bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kir.

Li encama vê destdirêjiyê heya niha bi dehan  hezar kes hatine kuştin û bi milyonan kes ji welatiyên yemenî aware bûne û binavahiyên vî welatî  kavil bûne.

Başa dön tuşu