Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li rûpela xwe ya di Twîtterê de mudaxila Emerîkayê li şerê Yemenê şermezar kir û asta desthebûna Emerîkayê li karesata herî mezin a însanî ya cîhanê li Yemenê ecêb û bawerpênekirî da zanîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, di twîtta pêncşemê şevê ya Muhemed Cewad Zerîf hatiye: Emerîka bi dabînkirina çek û sîlehan, raberkirina berûlayên armancan û gîhandina ardûyê bi balefirên cengê yên siûdî li şerê Yemenê, şirîkê sereke yê cinayetên Alê Siûd li karesata herî mezin a însanî ya cîhanê li Yemenê ye.
Wezîrê karên derev yê Îranê li vê twîtê got ku Emerîka niha bi darêştina plan û bernaman û rênimûniya şerê Yemenê, li dû dabînkirina berjewendiyên xwe û gurrkirina pirsgirêkan li Rojhilata Navîn e.
Erebistan tev hin welatên ereb ji wan Îmarat ji sê salan berî niha ve bi mehna vegerandina Ebd Rebbê Mensûr hadî, serokkomarê îstifakirî yê Yemenê, dest bi destdirêjiya eskerî û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kir.
Li encama vê destdirêjiyê heya niha bi dehan hezar kes hatine kuştin û bi milyonan kes ji welatiyên yemenî aware bûne û binavahiyên vî welatî kavil bûne.