زهریف پهلاماری خۆکووژانهی کابۆلی شهرمهزار کرد
Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê kiryara terorîstî ya êvara şemiyê li Kabulê paytexta Efxanistanê mehkûm kir.
Li gor rapora IRIB News`ê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê kiryara terorîstî ya êvara şemiyê li Kabulê paytexta Efxanistanê mehkûm kir û ragihand ku ev cure bombdanînên li Kabulê nîşana şerûtiya bê hed û sînore grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ye.
Zerîf bal kişande ser kiryarên terorîstî li paytexta Efxanistanê û destnîşan kir;Li kiryarên terorîstî hem şîei qurbanî dibin û hem jî sunnî loma pêwîste welatên misilman bona kokbirkirina terorîstan hevgirtina xwe biparêzin û li şerê tev terorîzmê alîkariyê bidin hevdu.
وهزیری دهرهوهی کۆماری ئیسلامی ئێران کردهوهی ترۆریستی ئێواڕهی شهممه له کابۆل پیتهختی ئهفغانستانی شهرمهزار کرد .
محهمهد جهواد زهریف وهزیری دهرهوهی ئیران له لاپهرهی توئیتێری خۆی دا نووسی ، بۆمب ناوهکانی ترۆریستی ئهفغانستان نیشانهی قووڵایی ئاژاوهگێری داعشه .
له توئیتێر ی زهریف دا هاتووه : بۆمب نانهوهکانی ترۆریستی ئێوارهی شهممه ی ئهفغانستان نموونهیهکی دیکه له قووڵایی ئاژاوه گێری داعشه .زهریف ووتی : شیعه و سۆننه ههردوو قووربانین و دهبێ بۆ شکستی دهمارگرژهکان هاوپهیمان بن
(BANGÊ ÎSLÂMİ)