ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Ev gotina Erebistanê ku Îranê bi têkbirina ewlehiyê tawanbar dike, pûç e

Muhemed Cewad Zerîf berêvara roja yekşemê li Twittera xwe de nivîsî: Eva tişteke komîk û pûç e ku paşatiya Erebistana Siûdî, li halekê Îranê bi têkbirina aramiyê tawanbar dike ku hema bixwe terorîstan tehrîk dike û li Yemenê şêr birêxistiye û Qeter xistiye tecrîdê û qeyrana  li Lubnanê pêk aniye.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha li bara civîna  sê alî ya wezîrên karên derve yên Tirkiye û Rûsiyê li Antalyayê nivîsî: Îran bi Tirkiye û Rûsiyê re jibo berfirehkirina agirbesa ku li Sûriyê pêk hatiye, hevkariyê dike.

Zerîf her wiha got: Îran, Tirkiye û Rûsiyê jibo gotûbêja  tam û tekûz navbera aliyên sûrî amade dibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu