CîhanEwropaNûçe

Koreya Bakur amadekariya ceribandineke nû ya moşekan dike

Televizyona Amerîkî CNNê îdia kir ku Koreya Bakur ji bo ceribandineke nû ya moşekên duajo yên balîstik amadekariyê dike.

CNNê nûçeya xwe raspart çavkaniyên îstixbarata Amerîkayê û got, ew baş jê ne bi ewle ne, ka moşeka ku were ceribandin bi menzîla parzemînî ye, yan menzîla navîn e.
Koreya Bakur ragihandibû ku moşeka 4ê Tîrmehê hatiye ceribandin, 933 kîlometran çûye û heta 2 hezar û 802 kîlometran jî bi hewa bûye.

Hatibû diyarkirin ku maweya firîna moşeka navborî 39 xulek bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu