CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin
Zerîf: Ewrûpa divê Trump han bide ku li bara rêketinnama navokî berpirsiyar be
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Ewrûpa divê serokkomarê Emerîkayê han bide ku ne tenê li hevhatina rêketinnama navokî bimîne belkî ji gişkan giringtir eva ye ku bi nêta xêrê berpirsiyariyên xwe destpê bike.
Muhemed Cewad Zerîf roja duşemiyê li peyamekê di rûpela xwe ya di Twîtrê de nivîsî: Gotinên Êmanoêl Mekron serokkomarê Fransayê li bar Îranê derheq vê yekê ku planeke dudiyan li bara rêketinnama navokî tine, rast e.
Serokkomarê Fransayê roja yekşemiyê li gotûbêja bi kanala Faks Newsa Emerîkayê re bal kişand ser vê yekê ku Parîsê bernameyeke alternatîv ji bo rêketinnama navokî tine û ji Emerîkayê xwest ku bila di rêketinnama navokî de bimîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)