Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hember êrişa ser kenîseyeke Pîtsbergê ya eyaleta Pênsîlwanaya Emerîkayê destnîşan kir: Fanatîzm û terorîzm, rêgez û mezhebê nas nake û bi her awayî divê were şermezarkirin.
Li gorî rapora Wezareta karên derve , Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên dreve yê Îranê roja duşemiyê li twîtera xwe de êrişa ser kenîseyeke bajarê Pîtsborga eyaleta Pênsîlwanayê li Emerîkayê şermezar kir û nivîsî: Cîhan nabe neçar be bi barê xalifandina yara giştî jiyan bike.
Wezîrê karên dreve yê Îranê bi malbatên qurbaniyên êrişa ser kenîsa Pîstbergê re hevderdî kir.