ÎranNûçeRojhilatanavin

Qanûna dinyayê li destê Amerîka, Ingilistan, Fransa, Rejîma Siyonîst û zorbêjiyê ye û wan ev qanûnan nivîsîne û her dema ku bixwezin wan diguherînin

Serdar sertîp Emîr Elî Hacîzade, roja çarşemiyê li festîvala Serbaz ku li Têhranê hate lidarxistin, got: Amerîkî roj bi rojê cebilxaneyên xwe yên atomî zêde dikin û dibêjin ew kar bona berevaniya ji berjewendiyên wan in lê nabe ku Îranê mûşek hebin.

Wî qanûnên li ser cîhanê, xirabtir ji qanûna daristanê dan zanîn û got: Qanûna dinyayê li destê Amerîka, Ingilistan, Fransa, Rejîma Siyonîst û zorbêjiyê ye û wan ev qanûnan nivîsîne û her dema ku bixwezin wan diguherînin.

Fermandê hêza hewa-feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, serdar sertîp Emîr Elî Hacîzade, bal kişande ser çalakiya koma terorîst a Minafiqan li Fransayê û herwiha got: Vê koma terorîst bi ev qas cinayetên ku cih anîne, li Frasnayê bi awayekî azadane çalak e û xebat dike, lê eger ku Îran îzna çalakiyê bide kesên ku li Fransayê operasyona terorîstî cih anîne, wê çi biqewimiya? Cîhana îroyîn, cîhana zor û zorbêjiyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu