NûçeFilistînÎranRojhilatanavin

Nameya Filistînî ji Îmam Seyîd Elî Xamineyî: Berxwedan hêzê bi dest dixe!

Hz. Îmam Seyîd Elî Xamineyî îro nameyek ji Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Ziyad El-Nehale re belav kir.

Di nameya ku Îmam Seyîd Elî Xamineyî ji Ziyad en-Nehale re nivîsandiye de ev gotin hatine nivîsandin:

“Me mizgîniya weya rêzdar û xweş girt. Em serketina gelê Filistînê ji Allah Teala dixwazin. Xwedê we di vê rêyê de xelat bike.

Bûyerên vê dawiyê rûmeta Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê duqat kir û xiste cihekî pir taybet.

We bi berxwedana xwe ya leheng siyaseta derew û xapandinê ya rejîma dagirker pûç kir. Di heman demê de we îspat kir ku her yek ji komên berxwedanê bi tena serê xwe dikare pozê dijmin li erdê bixîne.

Bi danîna pêwendiya di navbera serhildêrên li Xezze û Şerîeya Rojava de, we yekitiya komên Filistînî nîşanî dijminê xerab û xapînok da.

Divê hemû komên berxwedanê yên li Filistînê ji bo parastina vê yekitiyê çi ji destên tê bikin. Dema ku dijminê dagirker qels dibe, berxwedana Filistînê jî xurtir dibe.”

Her weha, St. Îmam Seyîd Elî Xamineyî bal kişande ser wê yekê ku Îran dê hertim di mijara Filistînê de li kêleka birayên xwe yên filistînî be.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî. Ji Îmam Seyîd Elî Xamineyî re nameyek şand û derbarê geşedanên Xezeyê de agahî da.

Başa dön tuşu