AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Îran û Vîtnamê belgeyên hevkarîyê îmza kirin

Komara Islamî ya Îranê û Vîtnamê du belgeyên hevkarîyê di warê hêsankirina peywendîyên her du welatan da wajo kirin.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîyê, Hesen Rohanî serokê Komara Islamî ya Îranê û Tran Day Kovang serokomarê Vîtnamê ev belgeyana li Hanoyê wajo kirin.

Belgeya yekem li bara rêketinama Komara Islamî ya Îranê û Vîtnamê têkildarî rakirina dualî ya vîzeyê jibo wan kesan e ku pasportên taybet an xizmetkirinê hene ku wezîrên karên derve yên her du welatan wajo kirin.

Liyêkgiheştina wezareta têkilî û têknolojîya têkilîyan (telekom) ya Komara Islamî ya Îranê û wezareta telekomê ya Vîtnamê di warê hevkarîya têkildarî peywendî û teleknolojîya peywendîyan da jî belgeya duyem bû ku hat wajokirinê.

Serokomarên Îran û Vîtnamê piştî merasima wajokirina van belgeyana li civîneke rojnamevanîyê bersiva pirsên nûçegihanan dan.

Serokê Komara Islamî ya Îranê li yekem qonaxa serdana xwe ya welatên başûra rojhilata Asyayê duh danê êvarê ligel taximeke sîyasî û aborî derbasî bajarê Hanoy paytexta Vîtnamê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu