EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf gihîşt Osloya paytexta Norwêjê

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya îranê êvara yekşemiyê, 12`ê Hezîrana 2016`an, bi mebesta beşdariya li civîna Oslo Forom`ê gihîşt Osloya paytexta Norwêjê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya îranê, Mihemedcewad Zerîf li vê seferê ji bilî beşdarî û axaftina li merasima vekirina civîna Oslo Forom`ê wê ligel hevtayê xwe yê norwêjî jî hevdîtinê pêk bîne.

Serokê saziya dîplomasiya Îranê dema gihîştina Norwêjê got: Li bara hevkariyên du welêatan li warê nift û gazê, jîngeh û rawêjkariyên siyasî û navçeyî ez ê ligel hevtayê xwe yê norwêjî biaxivim.

Hevdîtin û gotûbêja ligel wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Can Kêrî ê berpirsiya siyaseta derve ya Yekîtiya Ewroapyê, Fêdêrîka Mogirînî, ji bernameyên din ên wezîrê karên derve yê Îranê li sefera Osloyê ne.

Zerîf piştî beşdariya li civîna Oslo Forom`ê li dewama sefera xwe ya ewropî wê roja çarşemiyê Osloyê ber bi Almanê va biterkîne û li sefera xwe ya çendsaetî bo vî welatî ligel hevtayê xwe yê almanî, Frank Waltir Ştayn Mayêr, li bara peywendiyên duyalî û niajrên navçeyê wê gotûbêj bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu