ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Giringiya cîgeha welatên Emerîkaya Latîn jibo Îranê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran li dû berfirehkirina hevkariyan tev welatên Emerîkaya Latîn e.

Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf yekşemiyê şevê dema gihêşt Hawanaya paytexta Kûbayê li nav koma nûçegihanan tekez kir: Sefera wî ya Emerîkaya Latîn ku tev taximeke pilebilind a  siyasî û aborî pêk hatiye nîşana giringiya cîgeha welatên vê navçê jibo Îranê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser cihanîna  planên curbicur ên pêşeyî ji aliyê şîrketên îranî li welatên  Emerîkaya Latîn û destnîşan kir: Îranê bi piraniya welatên Emerîkaya latîn re têkiliyên siyasî heye bi curekê ku  hejmara nunertiyên wê li vê navçê heta ji Asiyayê jî zêdetir  e.

Zerîf her wiha bal kişand ser boykotên 50 salî û 30 salî yên Emerîkayê li dijî Kûba û Îranê û got: Komara Îslamî ya Îranê tim di kêleka dewlet û xelkê Kûbayê bûye.

Wezîrê karên derev yê Îranê û taxima bi wî re jibo hevdîtineke heft rojî ji 6 welatên Emerîkaya Latîn  ji wan Kûba, Nîkaragoê, Bolîwî, Şîlî, Êkwador û Venezeolayê yekişemiyê li gor dema  herêmê gihêşt Hawanaya paytexta  Kûbayê.

Şandina peyama hevaltiyê û her wiha hevdîtin û gotûbêja  tev rayedarên siyayî û çalakên beşa bazirganî û pêşeyî wan welatan bi armanca berfirehkirina hevkariyan ji armancên vê seferê hatiye ragihandin.

Li vê seferê taximeke siyasî, aborî ya 120 kesî hevrêtiya Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derev yê Îranê dikin.

Başa dön tuşu