ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: “Gotinên beredayî yên Trump nikarin derbê li berxwedana gelê Îranê xînin“

Wezîrê karên derve yê Îranê êvara Duşemiyê li koma îraniyên rûniştiyê Afrîqaya Başûr got: “Gotinên beredayî yên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê nikare heta pişekî derbê li berevanî, berxwedan û serfiraziya gelê Îranê xîne“.

Trump roja Îniyê, 13ê Cotmehê, tevî dubarekirina tawanên pûç dijî gelê Îranê, Komara Îslamî ya Îranê ku roleka bingehîn li têkoşîna dijî komên têrorîst ên bin piştgiriya Waşîngtonê li Sûriye û Iraqê heye, bi sûcê piştgiriya ji têrorîsmê tawanbar kir.

Îran bona têkoşîna dijî têrorîsmê li Iraq û Sûriyê li ser daxwaza fermî ya van welatan, alîkariya misteşarî û şêwirmendiyêî dide wan; Karê ku qet kêfa Trump jê nayê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf her wiha gelê Îranê piştevanê pêşketin û ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê da zanîn û got: “Îrana Îslamî bi saya piştgiriyên gel di 40 salên buhur da kariye ku tevahiya zext, destdirêjî û boykotan bi serbilindî li pey xwe bihêle“.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşketin û hêza xwe ya aborî û zanistî deyndarê tu welatekî nîne, her wiha got: “Ewlehiya Îranê li tu welatekî navçeyê tune“.

Zerîf bal kişande ser cinayetên Erebistanê û hevpeymanên wî welatî li Yemenê jî û got: “Rêjîma Siûdî bi dolarên neftê çekan ji Amerîkayê dikire û bi wan gelê bindest ê Yemenê dikuje“.

Destdirêjiya çekdarî ya Erebistanê li ser Yemenê ku bi piştevaniya Amerîkayê ji Adara 2015an va dest pê bû bûye sebeb ku heta niha zêde ji sêzdeh hezar yemenî bên kuştin, bi dehan hezar kes birîndar bibin û bi miliyonan kes aware û derbider bin û binavahiyên vî welatî wêran û xopan bibin.

Wezîrê karên derve yê Îranê berêvariya Yekşemiyê bona beşdariya li sêzdehemîn civîna Komîsiyona Hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Afrîqaya Başûr û hevdîtina bi rayedarên vî welatî ra gihîşte Protoryayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu