ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: “Hebûna Amerîkayê li her navçeyekê dê bibe sebeba nearamiyê”

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Amerîka bi hebûna xwe li Rojavaya Asyayê, Amerîkaya Başûr û Amerîkaya Latîn bûye sebeba nearambûna van navçeyan.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê dema gihîştina bo Karakasa paytexta Venezuêlayê li nav koma nûçegihanan bi gotina vêya ku hebûna Amerîkayê li her navçeyekê dibe sebeba nearamiyê, got: Amerîkî çûn her navçeyekê, bûn sebeba zexta li ser gel û pêkhatina têrorîsmê li wê navçeyê.

Zerîf her wiha tevî pêgiriya li ser pêwîstiya berxwedana gelê Venezuêlayê li hemberî zextên Amerîkayê, got: Berxwedana gelê Venezuêlayê jibo pêşeroja vî welatî gellek girîng e.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Îniyê piştî 6 rojan terka Niyo Yorkê da û jibo beşdariya di civîna Tevgera Qeydnenasan çû Venezuêlayê û roja Şemiyê gihîşte Karkasê.

Serokê Saziya Dîplomasiya Îranê dê di civîna wezîrê karên derve yên tevgera Qeydnenasan li Karakasê beşdar bibe û biaxive.

Zerîf piştî Venezuêlayê dê berê xwe bide Nîkarague û Bolîviyê û dê dawîn guhertinên pêwendiyên dualî di warê siyasî û abûrî tev rayedarên van welatan hilkolîne.

Başa dön tuşu