MisrNûçeRojhilatanavin

Hêzên ewlehiya Misirê 6 endamên grubeke terorîst girtin

Hêzên ewlehiya Misirê 6 endamên grubeke terorîst girtin û nasnameyên wan jî aşkera kir.

Wezareta navxwe ya Misirê duh 12.08.2018ê êvari ragehand, ew terorîstên ku du ji wan jin in, plandanêr û pêkanînerên êrîşa terorîstî ya ser Dêra Ezra ya li navçeya Musterred a li parêzgeha Qahirê ne.

Roja şemiyê xwekujekê hewlda bikeve Dêra Kiptiyên Misirê û xwe biteqîne. Lê ji ber tevdîrên ewlehiyê polis ew hewldan aşkera kir û ew xwekuj jî kuşt.

Piştre aşkera bû ku ew xwekuj ser bi grubeke terorîste û polis karî 6 endamên din ên wê grubê bigre.

Nav û temenên wan terorîstan:

Mihemed Ehmed Ewad (Zîzo Almanyayî) dayîkbûyê 1975ê ye.

Yehya Kemal Desuqî. Dayîkbûyê 1979ê ye.

Sebrî Seidî Musa dayîkbûyê 1976ê ye.

Heysem Enver Nasir dayîkbûyê 1974ê ye.

Navê du jinên terorîst jî waha ye:

Nuha Ehmed Ewad dayîkbûya 1981ê ye

Rewza Ebdulhelîm Amir dayîkbûya 1976ê ye.

Başa dön tuşu