ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Heke Amerîka ji nav `Lihevkirina Navokî` derkeve me hin bijareyên xwe li ser Maseyê hene

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hevpeyvîna bi kanaleke Amerîkayê re got: Heke Amerîka bi serê xwe ji nav `Lihevkirina Navokî` derkeve me hin bijareyên xwe li ser Maseyê hene

Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li hevpeyvîna bi kanala amerîkî ya NBC re desnîşan kir ku heke Amerîka bi ser xwe Lihevkirina Navokî îbtal ke , Îranê hin bijareyên xwe li ser maseyê hene ku wê wan berçav bigire. Zerîf li dewamê de herwiha got: Lihevkirina Navokî, hevhatineke çendalî ye û Lihevkirinên çendalî ji bo muzakireya dubare nayên îbtalkirin.

Zerîf desnîşan kir ku heke Amerîka bi serê xwe ji nav `Lihevkirina Navokî` derkeve me hin bijareyên xwe li ser Maseyê hene ku emê wan berçav bigirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Li bara gotûbêja bi wezîrê derve yê Amerîkayê re hîn daxwazek nehatiye hilêxistin, heke ji bo hilkolandina mesela navokî hewcetî bi hevdîtinê hebe, mekanîzmê pêwîst li Lihevkirina Navokî ji bo hevdîtina wezîran hatiye berçavgirtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu