ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Heke Amerîka ji rêketinama navokî vekişe, em dê bersivê bidin

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî pêgirî kir ku heke Amerîka ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê vekişe, vê kiryarê yê dûhatên gellekî nebaş ji bo Waşîngtonê hebin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf ku ji bo pişkdarîya li civîna pilebilind a “ aştîya mayinde“ çûye New Yrokê, dema giheşte vî şarî li koma nûçegihanan têkildarî vekişîna ihtimalî ya Amerîkayê ji rêektinama navokî got: Komara Islamî ya Îranê bê guman  li gorî berjewendîyên xwe pêngavan radike û bê şik pêngava ku Îran dê rake û berteka civaka navnetewî li hemberî kiryara Amerîkayê, dê ji bo amerîkîyan gellekî nexweş û nebaş be.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê bi vê idiayê ku rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê tenê berjewendîyên Komara Islamî ya Îranê dabîn dike, dixwaze ku xalên wê rêketinamê di çaçrova berjewendîyên Waşîngtonê de bên guhertinê lê, cîhan berovajî Trump dixwaze ku ev rêketinama bê parastinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu