Zerîf: Her liv û tevgera ku rêketinnama navokî lawaz bike, nayê qebûlkirin
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja pênşemiyê destnîşan kir ku her liv û tevegra ku rêketinnama navokî lawaz bike, nayê qebûlkirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf piştî civîna roja pênşemiyê tev berpirsa siyaseat derve ya Yekitiya Ewrûpayê û wezîrên karên derve yên Fransa, Almanya û Brîtanyayê li Brukselê di twîterê de nivîsî ku lihevkirina xurt û bihêz li Brukselê li ser wan mijaran bû, Îran ser rêketinnama navokî sekiniye, gelê Îranê tam mafê xwe heye ku ji berjewendiyên rêketinnama navokê sûdê wergirin û her liv û tevegra ku rêketinnama navokî lawz bike, nayê qebûlkirin.
Zerîf her wiha diyar kir: Sê welatên ewrûpî û Yekitiya Ewrûpayê baş dizanin ku dewama sekinîna Îranê ser rêketinnama navokî girêdayî bi sekinîna tam ser wê ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, civîna hevpar a wezrîrê karên derv yê Îranê tev Federka Mogêrînî, berpirsia siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê, Jan Iyo Loderyan, wezîrê karên derve yê Fransayê, Zîgmar Gabriyel wezîrê karên derve yê Almanyayê û Borîs Canson wezîrê karên derve yê Brîtanyayê îro nîvro li avahiya Yekitiya Ewrûpayê li Brukselê hat lidarxistin.
Mogêrînî û wezîrên karên derve yên sê welatên Fransa, Brîtanya û Almanyayê li vê civînê ser berpirsiyariya Ewrûpayê û her wiha dewletên xwe ser rêketinnama navokî, wek destkewteke taybet a dîplomasiya çendalî teqez kirin.
Hevhatina navokî ya Îran û Koma 5+1ê ji çila 2016an ve cih hatiye lê dewleta Emerîkayê wek yek ji endamên vê komê tim li warê cihanîna rêketinnama navokî bêsoziyê dike.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê tim berûvajiya helwêstên aliyên din ên rêketinnama navokî, rêketinnama navokî, hevhatineke kirêt daye zanîn û daxwaza lihevxistian wê dike lê cîhan dijberê ev kiryara serokkomarê Emerîkayê ye.