Zerîf: Hevgirtina siûdiyan bi Emerîka û Rejîma Siyonîstî, şermezarî li dû şermezarî yê
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li rûpela xwe a li Twîterê , hevrêtiya bi boykotên Emerîkayê, weke bersiva kirêt a siûdiyan li hember cinayetên Rejîma Siyonîstî da zanîn.
Wezareta Xizînedariya Emerîkayê li îdiayeke pêkenî, seyd Hesen Nesrullahê, sekreterê giştî, şêx Neîm Qasim, alîkarê sekreterê giştî, Husêyn El-Xelîl şêwirmendê siyasî yê sekreterê giştî, Îbrahîm Emîn El-Seyid, serokê konseya siyasî û Muhemed Yezbek, serokê konseya dadweriyê ya Hizbullaha Lubnanê tawanbarê peywendiya bi terorîzma cîhanî kir û danî nava lîsteya boykotên xwe.
Konseya Hevkariya Kendava Farsê jî bi zext û zora Erebistana Siûdî li hevrêtiya bi Emerîkayê te , Hizbullaha Lubnanê boykot kir.
Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku nîşangirên îsraîlî di rojekê de, bi hezaran neraziyên filistînî dan ber gullan û got: Siûdî bereberê meha Remezanê li hevgirtina bi Emerîkayê, yekim hêza ku karî bi azadkirina erdên erebî, efsaneya işkestnexawrina Îsraîlê têk bibe, boykotan dikin. Eva şermezarî li dû şermzariyê ye.
Duşemiya buhurî, 14 Gulanê, hevgavê guhestina balyozxana Emerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsa dagirbûyî û li saya sersariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Eskerên siyonîstî herîkêm 60 filistînî ji wan heşt zarok bi derba gullê şehîd kriin û nêzîkî sê hezar filistînî jî birîndar kirin.