ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Hêza parastinê ya Îranê meseleyek nîne ku ser muzakire bibe

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Dewleta Amerîkayê baş dizane ku karîn û hêza parastinê ya Komara Îslamî ya Îranê meseleyek nîne ku ser muzakire û danûstandin bibe.

Li gor rapora IRNA, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro li press konferansekê li Tehranê de tev wezîra karên derve ya Stonyayê Marîna Kaljurand bal kişand sergotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry li bara karîn û siyana mûşekî û parastinê ya Îranê û got: Gotinên wê ew qas pûç û bê bingeh bûn ku heta wezareta derve ya Amerîkayê jî ew derewandin û îdia kir ku Kerry gotinên wiha neanîne ser zarê xwe.

Zerîf desnîşan kir ku Amerîka bi xwe jî dizane ku karîn û siyana mûşekî û parastinê ya Komara Îslamî ya Îranê meseleyek nîne ku ser muzakire û danûstandin bibe.

Zerîf herwiha got: Heke dewleta Amerîkayê li bara niqaşên parastin û berevaniyê ewqas cidî ye, divê firotina çek û sîlahên ku dibin sedem her roj xwîna hejmarek ji xelkê bê guneh yê Yemenê were rijandin rawestîne, sîlahên ku rejîma siyonîstî jî bi frmî radigihîne ku ew li dij xelkê sivîl û bê guneh tên bikaranînê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir: Dewleta Amerîkayê jî baş dizane ku mijara karîn û hêza parastinê ya Komara Îslamî ya Îranê meseleyek nîne ku ser muzakire û danûstandin bibe û ti Lihebvkirinek ji bo meselên parastinê li meydanê de nîne.

Zerîf herwisa got: Mesele û mijarên pêwendîdarê parastin û berevaniyê bi eşkera û zelalî di nav Bernama Pêngava Giştalî de cih negirtine û wezareta karên derve ya Amerîkayê jî bi caran ser vê yekê pêgîrî kiriye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li bara îdiaya wezîrê karên derve yê Amerîkayê ku dibêje Îran piştgiriya Terorîsmê dike jî got: Talukeya terorîsm û tundrewiyê ku wek talukeya sereke ji bo navçê tê hesabê, ji ber hebûna hêzên amerîkî li navçê û dagîrkeriya wan pêk hatiye ku Îranê ev talukeya berî êrişa ser Îraqê pêşbînî kiribû.

Wezîra karên derve ya Stonyayê ku bi taximeke siyasî û aborî ve ji bo du rojan sefera Îranê kiriye îro gihêşte Tehranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu