Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê roja duşemiyê piştî hevdîtina tev Sûşma Suwarac wezîrê karên derve yê Hindistanê li Dihliyê nû got: Hindistan eşkere raghandiye ku piştgiriyê nede boykotên yekalî yên Emerîkayê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf, bal kişand ser vê yekê ku Îran û Hindistanê biryar dane peywendiyên xwe li hemî waran bidomînin û berfirehtir bikin û got: Li vê hevdîtinê li bara derxistina niftê û cihanîna projên hevpar ên niftê, danûstandinên bazirganî ên rasterast navbera her du welatan, veguhartina diravên derve, xebitandina diravên neteweyî, bendera Çabuharê, korîdora bakur- başûr û hevkariyên berfirehtir ên tranzîtî navbera her du welatan gotûbêj kirin.
Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê kêxweşiya xwe li bara encamên sefera Hindistanê da diyarkirin û got: Civaka navneteweyî hez dike rêketina navokî biparêze.
Zerîf bal kişand ser vê yekê ku hevkar û şirîkên ticarî yên Îranê divê vê şêwazê bidomînin û destnîşan kir ku ger Komara îslamî ya Îranê garantiyên pêdivî ji şirîkên xwe wergire dê rêketina navokî were domandin.
Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê roja duşemiyê bi taximeke siyasî- aborî gihêşt Dêhliyênû.
Sefera Zerîf bo Dêhliyênû li çarçoveya liv û tevgerên dîplomatîk ên vê dawiyê yên Îranê piştî derketina Emerîkayê ji rêketina navokî cih tê.
Wezîrê karên derve yê Îranê pêştir jî sefera Çîn, Rûsiye û Brukselê meqera Yekitiya Ewrûpayê kiribû.