CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Xweşrû: “Zexta siyasî li ser dewletan bi mehneya piştgiriya ji têrorîsmê mehkûm e”

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: “Nabe ku têrorîsm bi mezheb, netewe, şaristaniyet an etnîkekê va were girêdan û têkoşîna li hemberî têrorîsmê jî nabe ku bibe mehneyek ji bo çêkirina dosyeyan li dijî mirovan”.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Xulamelî Xweşrû roja Duşemiyê li civîna komîteya hiqûqî ya Civata Giştî ya NY li ser mijara “Pêngavên ji bo jinavbirina Têrorîsmê” wek nûnerê Tevgera Qeydnenasan li Niyo Yorkê got: “Tevgera Qeydnenasan têrorîsmê di hemî cûreyên wê şermezar dike û wê yekê wek binpêkirina qanûnên navnbeteweyî û însanî dizane”.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: “Nabe ku têrorîsm tev mafê diyarkirina çarenûsa gelê di bin dagirkerî û mêtingerî û koledariyê da yek tişt bê zanîn û liv û tevgerên tund û şidetbar û hovane li dijî gelê di bin dagirkeriyê da divê wek têrorîsma herî tund were şermezarkirin”.

Xulamelî Xweşrû got: “Tevgera Qeydnenasan her cûre gef an bikaranîna zorê û pêngavrakirina li dijî endamên vê tevgerê bi mehneya têkoşîna li hemberî têrorîsmê ji wan kiryarên yekalî yên nasadnina van welatan wek Dewletên Piştgirê Têrorîsmê şermezar dike”.

Xulamelî Xweşrû got: “Tevgera Qeydnenasan ji hemî dewletan dixwaze ku xwe ji her cûre tevegrên têroîstî û her cûre alîkariya siyasî, malî, manewî bo têrorîsmê dûr bikin û rê nedin ku kesên ku karên têrorîstî pêk anîne, rewşa penabertiyê neçê bi kar bînin”.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî pêgiriya li ser têkoşîna qahîm û bibandor li hemberî têrorîsmê got: “Hemî dewlet divê erkên xwe yên qanûnî û navneteweyî ji bo sekinîna li hemberî têrorîsmê cih bînin û pêngavên pêwîst ji wan şopandin û vegerandina sebebkarên têrorîst pêk bînin û rê li ber her cûre piştgiriya ji çalakiyên têrorîstan li nav axa welatê xwe bigrin”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu