ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Huzûra El-Feysel li civîna Minafiqîn nîşana bêaqilî û bêfikiriyê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê beşdariya serokê berê yê Teşkîlata Îstixbaratî ya Erebistanê li civîna grûpa terorîstî ya Minafiqîn nîşana bêliyaqetî û bêaqiltiya van kesan e.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh dema gihêşte Qazaqistanê li gotûbêja xwe bi nûçegihanê IRIB Newsê re derheq beşdariya serokê berê yê Teşkîlata Îstixbaratî ya Erebistanê Turkî Feysel li civîna grûpa terorîstî ya Minafiqîn li Parîsê de got: Ev beşdariya ku kete nav nûçeyan nîşana bêliyaqetî û bêaqiltiya van kesan e ku herwek Sedamê dîktatorê îdambûyî yê Iraqê qeder û pêşeroja xwe li terorîstan girê dane.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir: Turkî Feysel hem El-Qayide û Taleban pêk anî hem jî roleke qirêj û reş ndi nav rejînma Alê Siûd lîstiye.

Zerîf herwiha derheq vê yekê ku Fransa mazûvaniyê ji bo civînên grûpa terorîstî ya Minafiqîn dike heyf û mixabiniya xwe diyar kir û got: Hebûna grûpa terorîstî ya Minafiqîn li Fransayê bi salane ku despê bûye û kesên ku li civînê vê grûpa terorîstî beşdar dibin, piştgiriya terorîstan dikin ku eva tişteke nû nîne û eva siyaseta wan a hertimî ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya li civîna wezîrên karên derve yên welatên dorhêla behra Kaspiyanê (Xezerê) çûye Astanê paytexta Qezaqistanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu