CîhanNûçe

Her du Koreyan jiçekkirina tam a navokî qebûl kirin

Serokkomarê Koreya başûrî û rêberê Koreya bakurî li bara jiçekkirina navokî ya tam a nîvgirava Koreyê li hev kirin.

 Li gorî rapora IRNAyê, Mûn Caê În, serokkomarê Koreya başûrî û Kîm Cong Ûn, rêberê Koreya bakurî li civîna  roja îniyê ya xwe li gundê sînorî ya   Panmoncomê, hevhatina  jiçekkirina  navokî li nîvgirava  Koreyê îmze kirin.

Li hevhatina  rayedarên  Du Koreyan, her wiha  ser  guhertina hevhatina  terikandina şêr wek peymana  aşitiyê û kutakirina  her cure  kiryara bi dijminatî li dijî hev teqez kirin.

Li daxûyaniya ku li dawiya  vê civîna dîrokî hat weşandin, rayedarên du koreyan raghandin ku heya dawiya  sala 2018` an  dê dawiya  şerê Koreyê raghînin û aşitiya dayim û mayînde  damezrînin.

Ji dema  kutabûna  şerê du koreyan li sala 1953an  her du alî di rewşa terikandina şêr de ne û hîn peymana  aşitiyê anvbera her du welatan nehatiye wajokirin.

Mûn Caê În û Kîm Cong Ûn li vê daxûyaniya hevpar soz dan ku  dawiya  tebaxa îsal  rewşê ji bo seredana malbatên  ku endamên  wan  li her du koreyan jiyan dikin, xweş bikin.

Piştî cidbûna  du Koreyan bi hezaran malbat ku endamên  wan li  du aliyên  sînor de jiyan dikin ji hev cida bûne û îmkana hevdîtinê tine ne.

Başa dön tuşu