CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran careke din di bara Peymana Atomî da muzakire nake

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê dubare li ser Peymana Atomî gotûbêj nake.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevpeyivîna digel BBC’yê wek bersiva bo pirsa pêşkêşkarê vê kanalê li ser vêya ku çima hûn li bara Peymana Atomî gotûbêja dubare nakin?, got: Komara Îslamî ya Îranê terka gotûbêjê nekir, belkî ev Amerîka ye ku terka gotûbêjan kir.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di eynî demê da destnîşan kir: Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê şêrr naxwaze, lê hin kes di dewleta wî da hene ku şêt û tênûyê şêrr in.

Serokê Saziya Dîplomasiya Îranê destnîşan kir: Eger şerek biqewime, dê tu welatek li navçeyê ewleh nebe, loma dibê gişt jibo xwedûrkirina ji şêrr hewilê bidin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê jibo beşdariya di civîna salê ya rayedarên pileberz ên Konseya Abûrî û Civakî ya NY li bara Belgenameya Geşepêdana Mayînde çûye New Yorkê.

Komara Îslamî ya Îranê ji sala 2019an va bûye endamê Konseya Abûrî û Civakî ya NY û biryars e ku Mihemed Cewad Zerîf di vê civînê da biaxive.

Başa dön tuşu