ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran dê piştevaniya welatên rojavayî ji Sedam ji bîr neke

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê dê nema piştevaniya welatên rojavayî û alîkariyên wan ên bi çekan, heta çekên kîmyayî bo Sedam, dîktatorê îdambûyî yê Rêjîma Beis a Iraqê ji bîr bike.

Li gorî rapora rêvebiriya giştî ya Dîplomasiya Medyayî û Ragihandinê ya Wezareta karên derve, Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Şemiyê di rûpela xwe ya Twitterê bi weşandina wneyên goriyên êrîşa kîmyayî ya Sedam li ser Serdeştê li bakurê rojavaya Îranê nivîsî: Konseya Ewlehiyê ya NY tu wextî ev êrîşa dijî gelê Îranê şermezar nekir.

Zerîf her wiha got: Gelê Îranê wê demê jî li hemberî dijmin li ber xwe da û niha jî dê li ber xwe bide.

Di êrîşa kîmyayî ya Rêjîma Beisa Iraqê li ser bajarê Serdeştê, di 28ê Xuzeyrana 1987an de, 119 kes şehîd bûn û zêde ji 8 hezar kes jî birîndar bûn.

Belgeyên ku di salên dawiyê yên şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê û piştî hatin weşandin nîşan dan ku rola 207 kompaniyên welatên rojavayî ji wan Amerîka, Holanda, Almanya û Fransayê di pergalkirina Rêjîma Beisa Iraqê bi çekên kîmyayî hebûye.

Başa dön tuşu