ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran dostên xwe yên serdema dijwar jibîr nake

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li hevdîtina tev Jan Gaolî alîkarê serokwezîrê Çînê li bajarê Pêkenê got, serdana buhurî ya serokomarê Çînê bo Têhranê ku di destpêka îsal da pêk hat, serdaneke dîrokî bû ku bû sedema jordabirina asta peywendîyên dualî û istiratêjîk di navbera her du welatan da.

Zerîf herwiha bal kişand ser vîya ku Îran dostên xwe yên serdema dijwar jibîr nake û got: Îran di rewşa nû ya niha da jî hez dike peywendîyên aborîyê ligel peywendîyên aborî ligel Çînê berfire bike.

Jan Gaolî alîkarê serokwezîrê Çînê jî di vê hevdîtinê da got ku Çîn û Îran hertim di dewrana dijwar da li rex hev bûne.

Jan Gaolî li bara rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê jî got ku welatê wî piştgirî daye cihanîna tam û kêrhatî ya vê rêketinamê û xatircemîyê dide ku wekî dost û şirîkê bawerpêkirî yê Îranê, sozên xwe li gorî rêkeitnama navokî cih bîne.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê piştî pişkdarîya li civîna Dilê Asîyayê-Pêvajoya Istenbolê li bajarekî Hindûstanê û li dewama duyemîn serdana xwe ya asîyayî şeva buhurî derbasî Pêkenê bû.

Zerîf berî vîya bi hevtûşê xwe yê çînî ra hevdîtin pêk anî û li ser berfirekirina peywendîyên dualî di hemî waran da sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu