ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran hevkarîya navnetewî ya digel Ûrsêtê yê bidomîne

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê ji ber piştgirîyên Ûrsêtê ji Îranê nemaze di warê piştgirîya ji rêketinama navokî de ku anegorî mafên navnetewî ne, kêfxweş e û dê vê hevkarîyê bidomîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li hevdîtina digel Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Ûrsêtê li Moskowê berî lidarxistina civîna sêalî ya bi wezîrê karên derve yê Tirkîyê re got: Îran û Rûsîyê di çarçova xurtkirina aştî û ewlehîya navçeyî û navnetewî û têkoşîna dijî têrorîsmê de hevkarîyeke baş bi hev ra kirin ku têkbirina koma têrorîst a DAIŞ`ê encama wê bû.

Zerîf bi gotina vîya ku peywendîyên Îran û Ûrsêtê di rewşa herî baş a di çend dehsalîyê buhurî da ne, hêvî kir: Bi hevragirêdana sîstemên bankî yên her du welatan hevkarîyên ticarî, aborî û darayîyê yên dualî jî ji berê zêdetir bibin.

Sêrgêyî Lavrov jî li vê hevdîtinê bi gotina vîya ku Têhran û Moskowê hevkarîyeke kêrhatî û bibandor têkildarî meseleyên navçê nemaze li bara deryaya Xezerê hene, dîyar kir: Îran û Ûrsêtê di warên navnetewî nemaze zemîneya muzakirên Astanê ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê de hevkarîyeke kêrhatî hene ku Moskow qedrê Têhranê ji ber vê hevkarîyê digire.

Lavrov têkildarî rêkeitnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê jî got ku rêketinama navokî di rewşeke dilgirankir da ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê berî vê hevdîtinê bi Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê re hevdîtin pêk anî û her du alîyan têkildarî peywendîyên Enqere û Têhranê nemaze hevkarîya bankî, meseleyên navnetewî û navçeyî û alûgurên herî dawîyê yên Sûrîyê nemaze muzakirên Astanê rawêjkarî kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê ji bo pişkdarîya li civîna sêalî ya digel wezîrên karên derve yên Rûsîye û Tirkîyê ya têkildarî alûgurên herî dawîyê yên Sûrîyê îro giheşte Moskowê.

Başa dön tuşu