ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî ser dewama hevkariyên giştalî navbera Îran û Koreya Başûr sekinî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ser dewama hevkariyên navbera Têhran û Siûlê li warên curbicur ên borî û ticarî sekinî.

Li gorî gotina  IRIB News`ê, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî li peyama xwe ya pîrozbayiyê bo xanima Park Gone He serokkomara Koreya Başûr bi munasibeta roja damezrandina vî welatî got: Îran  amade ye peywendiyên xwe tev Koreya Başûr li hemî waran berfireh bike.

Rûhanî bal kişand ser zirûfên pêkhatî jibo berfirehkirina hevkariyên giştalî navbera Îran û Koreya Başûr piştî sefera serokkomara vî welatî bo Têhranê û hêvî kir: Hevhatinên navbera her du aliyan  bi zûtirkê cih werin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li peyama xwe jibo dewlet û gelê Koreya Başûr hêviya serketin û  serfiraziyê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu