ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran li bara rêketinnama navokî ne dubare muzakirê dike û ne tiştekê dê lê zêde bike

Muhemed Cewad Zerîf bal kişand ser binpêkirina  berdewam a  Rêketinnama Navokî ji aliyê Emerîkayê û destnîşan kir ku ger Waşengton binpêkirina hevhatinê bidomîne an jê veqete Îran jî dê mafê xwe  ji bo bertekê bikar bîne.

Wezîrê Karên derve yê Îranê destnîşan kir, hellahella an gefxwarin, ji bo Emerîkayê hevhatineke teze pêk nayne bi taybet dema ku Waşengton rêzê li hevhatina ku niha pêk hatiye, nagire.

Zerîf Bal kişand ser nêzîkbûna dema biryara Emerîkayê jibo dirêjkirina  rawestandian  boykotên  Îranê û cihanîna berpirsiyariyên  xwe li Rêketinnama navokî û got: Îran li hember  hewldanên  bêencam  ên zordarane  dê bi qawet bisekine.

Wezîrê Karên derve yê Îranê destnîşan kir Rêketinnama navokî ne peymanek e ku hevceyî bi  îzmekirin an piştrastbûnê hebe belkî, piştî piştrastbûna li Konseya Ewlehiya ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo giştan pêdivî ye.

Zerîf destnîşan kir ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê niha bi caran sekinîna Îranê ser Rêketinnama Navokî piştrsat kiriye.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha  bal kişand ser vê yekê ku  hin dewletên  ewrûpî vê dawiyê ji bo qayîlkirina Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji bo mayîna li Rêketinnama navokî, gelek serpişkî ji aliyê Îranê dane wî û teqez kir: Carekê  ji bo hetahetayê radighînim ku Îran ne ewlehiya xwe lawaz dike û ne jî li bara hevhatina ku bi nêta xêrê hatiye dest, dê muzakirê bike.

Başa dön tuşu