ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran piştgirîyê dide gotûbêjên aştiyê li Efxanistanê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê li hevdîtina bi Hamid Kerzeyê serokomarê berê yê Efxanistanê ra li Têhranê, destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê hertim piştgirî daye gotûbêjên aştiyê li Efxanistanê bi rênimûnî û beşdariya dewleta vî welatî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mêhrê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf got ku Îran dê hemî hêz û şiyanên xwe ji bo alîkariya bo dewleta Efxanistanê bixebitîne.

Komara Îslamî ya Îranê bi caran ragihandiye ku dê her cûre alîkariyekê ji bo jinûve avedankirin û baştirkirina rewşa ewlehiyê li Efxanistanê raber bike.

Niha zêde ji sê miliyon koçberên Efxan li Îranê dijîn.

Rayedarên Efxanistanê bi caran sipasiya xwe ji piştevaniyên Komara Îslamî ya Îranê ji gel û dewleta Efxanistanê anîne zimên.

Hamid Kerzey ji bo beşdariya ji sî û duyemîn konferansa navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî hatiye Têhranê.

Sî û duyemîn Konferansa Navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî îro Şemiyê bi dirûşmeya “Quds, mêhwera yekîtiya Umetê” bui beşdariya zêde ji 350 mêvan ji 1000 welatan li civîna serokên welatên îslamî li Têhranê dest pê bû.

Başa dön tuşu