CîhanNûçe

Obama û Şinzo Abe li Pearl Harborê civiyan

Serokê Amerîkayê Barak Obama 7 meh berê li Japonyayê serdana abîdeya kuştiyên Hîroşîmayê kir û îro jî bi Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe re li cihê êrişa Pearl Harborê hatin cem hev.

Ev cara yekemin e ku Serokê Amerîkayê yê li ser kar û Serokwezîrê Japonyayê li Pearl Harborê têne kêleka hev. Herdu serok li Girava Oahu ya giravên Hawaiyê ku balafirên japon di 7ê Berfenbara 1941ê de êriş biribûn ser leşkerên Amerîkayê.

Serokwezîr Şinzo Abe ev serdena xwe li hemberî serdana Serokê Amerîkayê Barak Obama ku 7 meh berê abîdeya Hîroşîmayê ku di sala 1945an zêdetirî 140 herzar însanî jiyana xwe ji dest dabû ziyaret kir.

Herdu serokan piştî ku ji bo bîranîna kesên ku di êrişa Pearl Harborê de jiyana xwe ji dest destgul danîn ber abîdeyê civîneke çapemenî ya hevpar lidar xistin.

Hat ragihandin ku armanca Serokwezîrê Japonyayê Abe ne lêborîn xwestin e, tenê xwestiye kesên ku di Pearl Harborê jiyana xwe ji dest dane bibîr bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu