AborîAsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran û Çîn du welatên dost û şirîkên stratêjîk in

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê, got: Îran û Çîn du welatên dost û şirîkên stratêjîk in ku hertim li rex hev in.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê îranê, ku li serokatiya taximeka payebilind a siyasî û aboriyê, seredana Çînê kiriye, roja yekşemiyê bi Wang Yî, wezîrê karên derve yê Çînê re hevdîtin pêk anî û li ser mijarên dualî, meselên navçeyî û navneteweyî bi taybet Lihevkirina Navokî gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran û Çîn, di hemî waran de hevkariyên wan ên berfireh hene û Çîn şirîkê herî mezin ê Îranê di warê bazirganiyê de ye.

Zerîf, herwiha rewşa Lihevkirina Navokî ya berî derketina Amerîkayê ji vê hevhatinê û piştî wê rave kir û herwiha got: Amerîka bi derketina ji vê hevhatina çendalî, bi awayekî aşkera biryarnama 2231`an a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY) binpê kir.

Wezîrê karên derve yê îranê, destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê, dixweze piştrast bibe ku eger li Liohevkirina Navokî bimîne wê ji berjewendiyê wê jî sûd werbigire.

Wang Yî, wezîrê karên derve yê Çînê, jî li vê hevdîtinê, Îranê welatekî pirr girîng da zanîn û got: Çîn hes dike ku peywendiyên stratêjîk ên di navbera her du welatan de berdewam bin.

Wezîrê karên derve yê Çînê, herwiha Lihevkirina Navokî hevhatineka çendalî ya navneteweyî da zanîn ku hemî alî erkdar in ku wê cih bînin.

Wî destnîşan kir: Gelek welat û endamên civaka navneteweyî, ji ber kiryara vê dawiyê ya Donald trump, serokomarê Amerîkayê ya derketina ji Lihevkirina Navokî, aciz in û pişta wê nagirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê bona gotûbêj û şêwirîna bi Ewrûpayê û aliyên din ên Lihevkirina Navokî re, şenbiyê bi şev sefereka giwaştî bo Çîn, Rûsye û Bêljîkayê destpê kir û li rawestgeha yekem, îro yekşemiyê derbasî Pêkenê bû. Wezîrê karên derve yê Îranê, ji Pêkenê ve wê here Moskovayê û paşêî jî dê here Brûksêlê.

Başa dön tuşu