Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku tu kes nikare ser navçê serdest bibe û destnîşan kir divê welatê navçê bi hev re hevkariyê bikin.
Li gorî rapora roja îniyê ya Fars Newsê Muhemed Cewad Zerîf li gotûbêja bi Yorgen Tûdênhofer rojnamevanê bi nav û deng ê almanî li Têhranê û destnîaşn kir: Komara îslamî ya Îranê bawer e pirsgirêk û qeyranên navçê tenê ji riya gotûbêja li gor bîr û rayên giştî dê çareser bibin.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Erebistanê yek ji welatên giring ê navçê da zanîn û got: Bêyî Erebistanê li navçê nikarin li hev bikin.
Zerîf ser giringiya pêkanîna pêbaweriyê navbera welatên navçê jî teqez kir û got: Pêkanîna bêbaweriyê dikarin ji riya geştyarî, seredanên eskerî û wjokirina peymana destdirêjîne kirinê , navbera welatên navçê pêk bînin.
Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku li 300 salên buhurî êriş nekiriye ser tu welatî û destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê amadeyî wajokirina peymana destdirêjînekirinê tev hemî welatên navçê ji wan Erebistanê ye.
Zerîf her wiha bal kişand ser hewldana Emerîka û hin hevpeymanên wê ji bo cihanîna boykotên nû yên li dijî Îranê bi mehna bernama berevaniya mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê û got: Îran pêka welatên din ên navçê xercekek kêm terxan daye bo çek û sîlehan.
Wezîrê karên derve yê Îranê abl kişand ser vê yekê ku Erebistan, Çîn û welatên navçê, xwediyê mûşekên bi birra zêdeir ji mûşekên Îranî ne ku heta hêza rakirina kumikê navokî jî heye û got: Mûşekên îranî ji bo hilgirtina kumikên navokî nehatine dîzaynkirin ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê bawerî bi çekên tevkujiyê tine.