EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Makron: Hêzên Fransî ji Sûrîyê venakişin

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron got ku hêzên vî welatî îsal jî wê di çarçova hêzên Hevalbendîya Dijî DAIŞ`ê li Sûrîyê da bimînin.

Li gorî rapora Ajansa nûçan a Reutersê, Serokomarê Fransayê Emanuel Macronduh li koma komeke leşkerên vî welatî li şarê Tolozê got: Kuştina 4 leşkerên amerîkî li Minbicê nîşan da ku têkoşîna dijî DAIŞ`ê divê li Sûrîyê were domandinê.

Wî herwiha her cure paşdevekişandin an derxistina leşkeran ji vê navçê şaşitîyeke mezin zanî.

Emanuel Macron herwiha bal kişand ser biryara dewleta Serokomarê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna leşkerên vî welatî ji Sûrîyê û got: Nabe ev biryara bandorê li armanca me ya istiratêjîk a me ku têkbirina DAIŞ`ê ye bike.

Başa dön tuşu