ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Kiryarên Amerîkayê nîşana tirsa empertoriyekê ye ku ber bi ketinê dimeşe

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva çûyî bertek nîşanî piştgiriya Amerîkayê ya ji deshilata Rejîma Îsraîlê ser Golana Sûriyê da û got: Kiryarên Amerîkayê yên bi cisaret nîşana tirsa empertoriyekê ye ku ber bi têkçûn û ketinê dimeşe.

Mehr Newsê ragihand ku Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li Twitterê de nivîsî ku Amerîka sebebkarî herî tenê yê bê ewlehî û bê îstiqrariyê li Rojhilata Navîn e û  Waşîngton ew qas rastî pûçî û ji bestanaxivtinê bûye ku wer difikire binpêkirina qanûnên navneteweyî, zorbêjiya li netewên xwediyê deshilata serbixwe û dotina dewletên bindestê xwe nîşana hêz û qaweta zêde ye, lê ew pir şaş difikire.

Zerîf di dewamê de got: Ev kiryarên Amerîkayê yên bi cisaret bi tenê nîşana tirsa empertoriyekê ye ku ber bi têkçûn û ketinê dimeşe.

Pêncşemê êvarê Serokomarê Amerîkayê Trump li ser rûpela xwe ya twitterê nivîsî: ‘’Piştî 52 salan, êdî dem hatiye ku Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê ku bo îstiqrara herêmê cîhekî stratejîk e û bo ewlekarîyê girîng e, bipejirîne.”

Ev peyama Trump rastî bertekên tund ji aliyê rayedarên welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî hat û wan ev gotina wî şermezar kirin û desnîşan kirin ku girên Golanê yên Sûriyê ne.

Başa dön tuşu