Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva çûyî bertek nîşanî piştgiriya Amerîkayê ya ji deshilata Rejîma Îsraîlê ser Golana Sûriyê da û got: Kiryarên Amerîkayê yên bi cisaret nîşana tirsa empertoriyekê ye ku ber bi têkçûn û ketinê dimeşe.
Mehr Newsê ragihand ku Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li Twitterê de nivîsî ku Amerîka sebebkarî herî tenê yê bê ewlehî û bê îstiqrariyê li Rojhilata Navîn e û Waşîngton ew qas rastî pûçî û ji bestanaxivtinê bûye ku wer difikire binpêkirina qanûnên navneteweyî, zorbêjiya li netewên xwediyê deshilata serbixwe û dotina dewletên bindestê xwe nîşana hêz û qaweta zêde ye, lê ew pir şaş difikire.
Zerîf di dewamê de got: Ev kiryarên Amerîkayê yên bi cisaret bi tenê nîşana tirsa empertoriyekê ye ku ber bi têkçûn û ketinê dimeşe.
Pêncşemê êvarê Serokomarê Amerîkayê Trump li ser rûpela xwe ya twitterê nivîsî: ‘’Piştî 52 salan, êdî dem hatiye ku Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê ku bo îstiqrara herêmê cîhekî stratejîk e û bo ewlekarîyê girîng e, bipejirîne.”
Ev peyama Trump rastî bertekên tund ji aliyê rayedarên welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî hat û wan ev gotina wî şermezar kirin û desnîşan kirin ku girên Golanê yên Sûriyê ne.