ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîna Îranê li ser hevkarîya navnetewî li warê jinavbirina sîlehên kîmyewî

Elîriza Cehangîrî, sefîr û nunerê dayimî yê Îranê li Sazîya Qedexeya Sîlehên Kîmyewî li bajarê Lahê, li axavtinekê li 83`yemîn civîna konseya kargêrîya vê sazîyê li ser girîngîya têkbirina tam a sîlehên kîmyewî yên ku hin welatan zimhêr kirine sekinî û ji welatên hanê xwest ku sozên xwe yên di çarçova konvansyona vê sazîyê cih bînin.

Cehangîrî herviha li gorî girîngîya cehanîbûna konvansyonê ji welatên ku endamê Sazîya Qedexeya Sîlehên Kîmyewî nînin xwest ku zûka bêyî şert û merc tevlî konvansyonê bibin.

Wî ji ber pêşketinên li warê kontrolkirina sîlehên kîmyewî li Sûrîyê taybetî jî bi saya hevkarîya dewleta Şamê ligel Sazîya Qedexeya Sîlehên Kîmyewî kêfxweşîya xwe nîşan da û pêkutî kir ku nabe di vê dosîyê da karê sîyasî bê kirin.

Sefîr û nunerê dayimî yê Îranê li Sazîya Qedexeya Sîlehên Kîmyewî, bikaranîna sîlehên kîmyewî ji alîyê komên têrorîst va gefek jibo aştî û ewlehîya navnetewî zanî û ji hemî welatên endamê sazîyê xwest ku alîkarî û piştgirîyên darayî û leşkerî nedin komên têrorîst.

Cehangîrî bi sekinîna li ser girîngîya hevkarîyên navnetewî di warê veguhestina têknolojîya madeyên kîmyewî bo armancên aştîyane sekinî û ji ber astengîyên ku di vî warî da hatine derxistinê dilgiranîya xwe nîşan da û xwest ku xala 11 ya konvansyona vê sazîyê bê cihanînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu