Zerîf lihevkirinnameya guhertinên rewşa hewayê wajo kir
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê roja îniyê, 23`ê nîsana 2016`an, li navenda Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New York`a Amerîkayê, lihevkirinameya guhertinên rewşa hewayê wajo kir.
Li gorî rapora IRIB News`ê, wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemedcewad Zerîf ku bi mebesta beşdariya li merasima wajokirina lihevkirinanameya guhertinên rewşa hewayê berbenga roja duşemiyê, 18`ê Nîsana 2016`an, çû New York`ê, roja îniyê li navenda NY wek nunerê Komara Islamî ya Îranê ev lihevkirinname wajo kir.
Pêşnivîsa vê lihevkirinnameyê li bîst û yekemîn civîna guhertinên rewşa hewayê ya NY di Kanûna sala buhurî da li Parîsê tevî piştgirî û dengê erê yê gişt 195 welatên beşdar hatibû pesendkirin.
Serokê giştî yê NY, Ban Kî Mûn bi gotina viya ku heta niha tu lihevkirinnameyeke navneteweyî di rojekê da ji aliyê ewqas welatî va nehatiye wajokirin, ji vê kêliya dîrokî pêşwazî kir.
Li naveroka vê lihevkirinameyê ku sozdariya li bara wê ji hêla qanûnî va pêwsît e, ji welatên cîhanê hatiye xwestin ku ji bo bisînorkirina pêvajoya germbûna topa erdê bo 1.5 heta 2 dereceyên santîgradê bixebitin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)