NûçeRojhilatanavinSûriye

Zerîf: Liv û tevgerên etnîkî li Sûrîye û Iraqê xeterek ji bo navçê û cîhanê ne

Wezîrê karên derve yê Îranê, parastina hevgirtina netewî û yekperçetîya axa welatên navçê pêwîstîyek bêşik zanî û got: Liv û tevgerên etnîkî û tayfeyî li Sûrîye û Iraqê ser bingeha cidabûnxwazîyê, xeterek ji bo navçe û cîhanê ne.

Mihemed Cewad Zerîf îro li duyemîn Konfransa Ewlehîyê ya Têhranê bi gotina vîya ku destwerdan û sîyasetên Amerîkayê li navçê ji pirsgirêkên bingehîn in ku bûne sedema lihevalîna zêdetir a rewşê û ragihand: Amerîka bi domandina bicihkirina narewa ya leşkerên xwe li axa Sûrîyê pêkutîyê li ser sîyasetên xwe yên xirabkir û kêşesaz dike.

Zerîf herwiha got: Dewama dagirkirina Filistînê hela jî meseleya herî giran û gurr a li pêşberî navçê û cîhanê ye û ragihandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst ji hêla Amerîkayê ve, ragihandina dijminatîya aşkira li hemberî misilmanan û dewletên isalmî û derfetsazî ji bo tundrevî û têrorîsmê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê, dewama zorbêjîya Erebistanê li dijî gelê Yemenê jî yek ji babetên kêşesaz li navçê zanî û got: Zorbêj û êrişkir piştî 33 mehên şerê bêhasil divê ev yeka fem kiribin ku vê meseleyê rêçareya leşkerî tineye.

Zerîf bal kişand ser rikeberîya bi çekan li navçê û got; Tu welatek nikare bi alozkirina rewşa cînaran, xwe ra ewlehîyê dabîn bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê bi pêgirîya ser vê yekê ku têrorîstên DAIŞ`ê û komên wek wê hela jî çalak in, pêgirî kir: Girtina pêşîya nifûz û berfirebûna tundrêtîyê l ideverên nû, tepeserkirina tam a bingeha fikrî û birrîna çavkanîyên malî yên tundrêyan hela jî divê ewlewîyetek ji bo domandina sekinîna li hemberî paşmayîyên vê hizra bitalûke bin.

Duyemîn Konfiransa Ewlehîyê ya Têhranê îro bi amadebûna rayedarên sîyasî û ewlehîyê û lêkolerên ji 49 welatên cîhanê li Têhranê destpê bû.

Başa dön tuşu