ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Man û nemana hin welatên derdora Îranê li destê zilhêzan e

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vîya ku hin welatên derdora Komara Islamî ya Îranê an di bin sîya piştgirîya NATO`yê de ne an ya zilhêzên navokî, ragihand: Jîyan û mayîna van welatana maye ser zilhêzan.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li rex “kombûna rengvedana isûlên mafên mirovan li qanûnên cezaya Îranê“ li Têhranê got: Hin welatên derdora Îranê bi bijminîneke Donald Trump serokomarê Amerîkayê dilerizin û bi kenîya wî serxweş dibin.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha bi pêgirîya ser vê yekê ku “ mafên mirovan“ hêza bingehîn a welatan e, dîyar kir: Mafên mirovan ji bo Komara Islamî ya Îranê girîng in.

Mihemedcewad Zerîf got: Îran bi hegera islamîbûnê hertim pêgirîyê ser vê yekê dike ku gel xwedîneimet e û rêzê li mafên insanan digire.

Wezîrê karên derve yê Îranê, meseleya mafên mirovan nirxeke istiratêjîk ji bo pergala islamî ya Îranê zanî û got: Jîyan û mayîna Îranê girêdayîyê berçavgirtina van mafan e.

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara sîyaseta derve ya Têhranê jî got: Komara Islamî ya Îranê girêdayînebûna li welatên din û berevanîya ji mafên jar û belengazan xwe re kirîye esas. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu