FilistînÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Mijara Filistînê, mesela sereke ya cîhana Îslamê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê, mijara Filistînê, mesela sereke ya cîhana Îslamê da zanîn.

Li gorî rapora dayira giştî ya dîplomasiya medyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, roja sêşemiyê li koma serokên komên Berxwedanê ya Filistînê li Beyrûta paytexta Libnanê, got: Filistîn, mêhwera sereke ya siyaseta derveyî ya Îranê ye û ev siyaseta ji aliyê berpirsên Komara Îslamî ve bi awayekî cidî tê şopandin. Zerîf bal kişand ser vê yekê ku îro rojê du xeterên sereke û girîng, gef li rojhilata Navînê û cîhanê dixwenn û destnîşan kir, xetera herî girîng a jibo navçe û cîhanê, xetera Rejîma Siyonîst û ev diyardeya serdestîxwez, bingeha hemî gefên dijî aştî, ewlehî û mafên mirovan e.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got, Rejîma Siyonîst bi hebûna herî kêm 200 komikên navokî, cihanîna siyasetên destdirêjker û binpêkirina hemî qanûnên navneteweyî, dijminê herî bixeter ê mafên mirovan e, rejîma ku li şerûtiyê de tu rikebereka wê tuneye.

Wezîrê karên derve yê Îranê, xetera terorîsma tekfîrî, duyemîn xetera civaka mirovantiyê da zanîn ku li navçê şerr û pevçûn bi rê xistiye, li halekê ku terorîst tu xeter û gefekê dijî Rejîma Îsraîlê tunebûne.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku karesata mirovî ya li Yemen û Sûriyê, divê ku bi agirbesa lezgîn û gihandina alîkariyên mirovhezane bo hemî xelkê Sûriye û Yemenê û gihîştina bi rêçareya siyasî, bi dawî were û destnîşan kir, tu rêçareyek ji bilî rêbaza siyasî jibo pirsgirêka li van du welatan tuneye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu