Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê rola Komara Xweser a Naxçivan di afirandina aştî û aramiya herêma Qafqasyayê de girîng nirxand.
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf, îro Şemiyê, di dawiya hevdîtina xwe û serokê Parlamenta Komara Xweser a Naxçivan re, ji nûçegihanan re got ku Komara Xweser a Naxcivan ji bo pêşeroja herêma aram a Qafqasyayê pir girîng û navendî ye.
Zerîfanî ziman ku rêyên veguhastinê yên Komara Xweser a Naxçivan di hevkariya herêmî de roleke bêkêmasî dilîzin û hêviya xwe diyar kir ku bi hevkariya berfireh û giştalî, korîdora başûr ber bi bakur û başûr ber bi rojava were avakirin.
Zerîf herwiha bi amadebûna li rawestgeha hesinriya Colfaya Komara Azerbaycanê, ji qismên curbicur ên vê rawestgahê dîtin kir.