FilistînNûçeRojhilatanavin

Êrişa Israîlê ser stadyoma werzişî ya li Qudsê

Di encama êrişa siyonîstan ser werzişgeha hanê, ji bilî hejmareka zav a temaşevanan, çend lîstikvan jî birîndar bûn û lîstik jî hate sekinandin.

Di encama êrişa dagîrkerên siyonîst ser werzişgahekê li bakûrê Qudsa dagîrbûyî de, bi dehan filistînî birîndar bûn û yan jî ji ber bêhnkirina gaza rondikhîner, fetisîne.

Herwiha leşkerekî siyonîst di encama pevçûna tev filistîniyan de birîndar bû.

Çekdarên Rijîma Siyonîst li dema lîstina du taximên filistînî li werzişgeha Feysel Hisênî ya li bajaraka Ramê li bakûrê Qudsa dagîrbûyî, êrişî ser temaşevanan kirin û ber bi wan ve gulle û gaza rondikhîner avêtin ku di encama wê de bi dehan kes birîndar bûn.

Li gorî navenda ragihandinê ya Filistînê, şahidên bûyerê destnîşan kirin ku hêzên alîkarîgihandinê demlidest bona dermankirina birîndaran derbasî werzişgahê bûn.

Herwiha di encama êrişa siyonîstan ser werzişgeha hanê de, ji bilî hejmareka zav a temaşevanan, çend lîstikvan jî birîndar bûn û lîstik jî hate sekinandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu