ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Peymana Navokî îsbat kir ku bawerî bi hikûmeta Amerîkayê nayê kirin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li salvegera sêyemîn a îmzabûna Peymana Navokî di navbera Îranê û koma 5+1`ê got: Peymana Navokî îsbat kir ku li ti rêkevtinekê bawerî bi hikûmeta Amerîkayê nayê kirin .

Li roja 14 Tîrmeha 2015 Îranê û Koma 5+1`ê (Amerîka, Fransa, Brîtanya, Rûsya, Çîn û Almanyayê) li ser Peyman Navokî li hevkirin. Ev lihevkirina di encama gotûbêjên çend salî û berdewam pêk hat, lê belê li heştê meha Gulana 2018 hikûmeta Amerîkayê bi serokatiya Ronald Trump bi awayekî yek alî ji vê peymanê derket.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh bi minasibeta sêyemîn salgerda vê peymana navneteweyî di Twittera xwe de nivîsî: Îranê dizanî ku divê Amerîkayê bawer neke çûnku ev welata li ser ti soz û qirareke xwe nasekine, niha jî hevpeymanên Amerîkayê pê hesiyane ku ku bawerî li Amerîkayê nayê kirin û Peymana Navokî îsbat kir ku li ti rêkevtinekê bawerî bi hikûmeta Amerîkayê bi taybet bi ya Donald Trump nayê kirin .

Zerîf herwiha got: Tevî kiryarên Amerîkayê li dij Peymana Navneteweyî ya Navokî, ev peymana li salvegera xwe ya sêyemîn jî wekî serkevtina dîplomasiya çend alî tê nasînê.

Piştî derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî, Îranê derfeteke sînordar da welatên ewropî ku dema vegerandina boykotên Amerîkayê li dij Îranê berjiwendiyên Îranê yên li gor Peymana Navokî misoger bikin.

Başa dön tuşu